Di civîna meclisê ya Şaredariya Bodrumê de hat pêşniyazkirin ku navê Aylan Kurdiya ji Sûriyeyê bidin qeraxa ku lê mir. 

Civîna asayî ya meha kanûna pêşîn a sala 2015an a Meclisa Şaredariya Bodrumê li Navenda Çand û Hunerê ya li Şevket Sabanci ya Şaredariya Bodrumê ya li Taxa Turgutreîsê hat kirin. Di civînê de li ser 8 madeyên rojevê sekinîn û di civînê de hat pêşniyazkirin ku navê Aylan Kurdiya ji Sûriyeyê bidin qeraxa ku lê hat dinê. 

Pêşniyaz ji aliyê endamên meclisê yên MHPyî ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bo ku piştgiriyê bide aştiya welêt û dinyayê bila navê Aylan Kurdiya ji Sûriyeyê ya du salî ya ku di ava Egeyê de mir û bedena wê ya bêrih avêt qeraxa Bodrumê bidin qeraxa ku lê mir û peykereke ku azadiyê temsîl dike bê çêkirin."

Pêşnûma bi yekdengî hat qebûlkirin.

Editör: TE Bilisim