Li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê ligel malbata Ayhan, parlamenter, şaredar û rêveberên BDPê û gelek welatî, Ayhan pêşwazî kirin.

Li ber deriyê Girtîgehê Parlamenterê BDPê Nazmî Gur di daxuyaniyekê de got ku  berdana parlamentrên Kurd Gulser Yildirim û Îbrahim Ayhan gavek erênî ye û hêvî xwest ku her 3 parlamenterên din ên Kurd bên berdan. Li gor nûçeya DÎHAyê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir jî ku hatibû pêşwaziya Ayahn got “Em hêvî dikin ev berdana parlamenteran dê xizmeta azadî û rohaniyê bike”. Parlamenterê BDPê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li pêşiya kesên ku hatibûn pêşwaziya wî axifî û got “Wekî min bi hezaran siyasetmedarên Kurd neheq û bêhiqûq hatin girtin û di zandanan de ne”. Ayhan diyar kir ku berî her tiştî heta ku deriyê zindanan li ber hemû girtiyên venebin ti wateya azadiyê tine. Ayhan da zanîn ku biryara Dadgeha Destûrî biryarek dereng mayî ye û  got “Bi salan e em bê hiqûq hatine girtin. hêviya me ewe ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd di rêya demokratîk û aştiyê re çareser bibe”.

Ayhan herwiha got “4 sal berê em çawa hatin girtin em dê ji niha û şûnde jî di nava gelê xwe de têkoşîna xwe ya demokrasiyê berdewa bikin. Em dê bi biryar û israr ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd têbikoşin”.














 - See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/040120141#sthash.uljniToO.dpuf

Editör: TE Bilisim