Li gorî nûçeya Milliyetê, piştî bidawîhatina amadekariyan îro (03.01.2014) daxwaza wergirtina mohleta fermî ya avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê (PDK-T) ji aliyê Serokê Giştî yê partiyê Mehmet Emîn Kardeş ve radestî Wezareta Navxw ya Tirkiyê hat kirin.

Piştî ku Kardeş daxwazname pêşkêşî wezartê kir, derheqê avakirina PDK-Tê daxuyaniyek da û ragihand, wan bernameya partiya xwe pêşkêşî wezareta navxwe kirin û wiha got: “Bernameya partiya me vekirî, zelal û qanûnî ye. Emê xebata siyasî û demokratîk ji xwe re esas bigirin. Me ji bo parastina mafên netewî û rewa yên kurdan ev partî ava kir.”

Mehmet Emîn Kardeş, anî ziman ku avakirina PDK-Tê li Tirkiyê wek mîladekê ye û wiha aixvî: “Em vê gavê di xebata netewî û siyasî ya kurdan de wek mîladekê dibînin. Bi sedan sal e kurd ji bo mafên xwe xebat dikin. Cara yekemîn e partiyek bi navê Kudistanê tê avakirin. Em vê yek wek mafê xwe yê rewa dibînin. Helbet di şert û mercên niha yên cîhanê de redkirina partiya me li Tirkiyê mumkin nîne. Eger were redkirin jî ev ne pirsgirêka me ye, ya dewletê ye.”

Kardeş da zanîn ku 36 endamên avaker ên PDK-Tê hene û ragihand, her yek ji wan mîna lehengekî/ê bênav in.

Serokê Giştî yê PDK-Tê eşkere kir ku xebata wan dê bi tevahî demokratîk be çimkî ew tundiyê red dikin û wiha anî ziman: “Em bi ti kesî re şer nakin û ti pêwendiya me bi tundiyê re jî nîne. Emê tenê mafên xwe yên rewa biparêzin.”

Mehmet Emîn Kardeş destnîşan kir ku navê partiya wan mîna navê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî ye û wiha got: “Ew dayika partiya kurdî ne. cihên wan cuda ye. Di navbera kurdan de 4 sînor hatiye kişandin lê me perçeya Tirkiyê hilbijart. Helbet ew jî dostên me ne. Di navbera me de hezkirin heye.m

Serokê berê yê PDK-Bakûr ku wek şaxê PDKê li Bakûrê Kurdistanê dihat nasîn, Sertaç Bûcak diyar kir ku ti pêwendiya wan bi PDK-Tê re nîne û wiha got: “Her kurdek dikare partiyekê ava bike. Cudahî mirov bihêz dike. Ya girîng ew e ku mirov bi awayekî berpirsyar û baş kar bike.”

Bûcak da zanîn, ew jî xebatên xwe yên avakirina partiyê didomînin kengî bidawî hat dê partiya xwe ragihînin.

Editör: TE Bilisim