Li başûrê Keleha Wanê ya jê ra dibêjin "Wana Kevnare" bi projeyake nû wê avahiyên ji sedsala 19an mane bên restorekirin û bibin mekanên ku tûrîst bikaribin lê bimînin û berhemên herêmî lê bên firotin.

Îdareya Pêşketina Herêmê ya Projeya Rojhilatê Anadoluyê û Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê ji bo li "Wana Kevnare" tûrîzm pêş bikeve bi hev ra proje û xebat dan destpêkirin.

Bi "Projeya Muzebajêr ya Wana Kevnare" ya şêwirmendiya wê Doç. Dr. Erkan Konyarê Midûrê Navenda Lêkolînên Arkeolojîk û Dîroka Herêma Wanê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê dike wê dikanên miskê, avahiya edliyeyê, xan û qereqolên ji sedsala 19an mane derkevin holê û bên restorekirin.

Halîl Îbrahîm Gurayê Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir dixwazin him tûrîzm û him jî aboriya bajêr pêş bikeve.

Volkan Gulerê Alîkarê Serokê Îdareya Pêşketina Herêmê ya Projeya Rojhilatê Anadoluyê destnîşan kir Wan ji hêla berhemên dîrokî va dewlemend e û got em dixwazin Keleha Wanê û bajêr bigihînin hev.

Doç. Dr. Erkan Konyar diyar kir wê bi saya projeyê avahiyên ji sedsala 19an mane bên restorekirin û bibin mekanên ku tûrîst bikaribin lê bimînin û berhemên herêmî lê bên firotin.

Editör: TE Bilisim