Li Îranê 13 roj betlaneya newrozê ye û gelek îranî ji bo ku dema xwe xweş derbas bikin hatin bajarê Wanê.

Ji deriyê sînor ê Kapikoyê ya li navçeya Sarayê di tetîla newrozê de rojê 2 hezar 700 welatiyên Îranê hatin Wanê. Ji ber ku turîst zêde tên rayedaran hejmara gîşeyên li ser deriyê sînor ji 2yan derxistin 6an.

- Kolanên Wanê dişibin kolanên Tehranê

Esnafên Wanê bi farisî malên xwe didin nasandin û ji ber dan û stendina turîstên îranî kêfxweş in.

Ji ber ku bala îraniyan bê kişandin afîş hatin daliqandin û qerebalixa turîstan li ser kolanên Wanê heye. Hinek dibêjin ku Wan dişibe kolanên Tehranê.

Sahar Nîkookar a ji Îranê got ku ew dan û stendinê hez dike û li Wanê dema wan baş derbas dibe.

Majgan û Amîr Moseferî jî gotin ku mirovên li vir henûn in û ji ber ku navenda dan û stendinê ya nû vebûye bajarê Wanê bala turîstan dikşîne.

Ji hêla din ji ber ku turîst otêlan de dimînin rêjeya tijêbûnê ya otêlan jî bû ji sedî 90.

Editör: TE Bilisim