Serokwezîr Ahmet Davutoglu got, "Guhertina navenda bajarê Hekarî û Şirnexê, ji bo ku tu zirarek negihîje Hekarî û Şirnexê emê hewl bidin û bixebitin."

Serokwezîr Davutoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya ji bo Îngîltereyê da li Londonê bi mensûbên çapemeniyê yên tirk ra hat bal hev, bersiva pirsan da.

Davutoglu da bibîrxistin ku wî bi Serokwezîrê Îngîltereyê David Cameron ra hevdîtinek pêk anî û wiha xeberda:

"Me li ser wê planê gotûbêj kir ka em dikarin çawa bazirganiya ku hecma wê 15-16 milyar dolar e, derxînin 20 milyar dolarî. Di serî da Sûriye, em li ser mijarên herêmî rawestiyan. Me qala tirsên xwe yên hevpar ên der barê mizakereyên siyasî yên der barê Sûriyeyê da yên ku dê di rojên pêşiya me da dest pê bikin, kir. Em li ser wê xalê yekdeng in, heyeta ku dê li ser navê muxalefeta Sûriyeyê beşdar be divê nekin mîna çortînê, divê muxalefeta rasteqîn bê temsîlkirin."

"Li Silopiyê operasyon bi serkeftî kuta bû"

Davutoglu destnîşan kir ku ji bo navçeyên ku operasyon lê temam bûn wan, pilana mastirê ya ji bo rehabîlîtasyonê û nêrîneke berfireh amade kir.

Davutoglu bal kişand ku operasyona li Silopiya navçeya Şirnexê bi piranî kuta bû û wiha dewam kir:

"Piraniya operasyona li Silopiyê temam bû. Dibe ku bûyerên minferîd derkevin, lê belê ser hemû hendekan hat girtin, barîqat hatin rakirin. Jixwe telîmata me jî wisa bû. Li tu bajar û navçeyê hendek û barîqatê nemînin. Me li Silopiyê ev kir, operasyon bi serkeftî hat temamkirin. Di operasyonan da hêzên me yên ewlekariyê kordinasyoneke baş dikin. Nika li Silopiyê çend rojan dîsa qedexeyê rabe lê belê di hin saetên êvarê da qedexeyê dewam bike. Emê sererastkirineke wisa bikin ku li hemû kuçe û kolanên Silopiyê ewlekarî pêk bê."

"Ji bo guhestina navendên bajaran emê bixebitin"

Davutoglu diyar kir ku navenda bajarê Hekarî û Şirnexê di warê geşepêdan û pêşketinê da li ser topografyayeke guncaw nîne û wiha pê da çû:

"Digel vê Yuksekova û Cizîr li ser erdekî rast in. Ji ber ku balafirgeh jî li Yuksekovayê ye em ê hin xebatan bikin ku navendên bajêr biguherin, lê em ê hewl bidin ku sînorên Hekarî û Şirnexê jî neguherin. Herwisa ji bo ku tu zirarek negihîje Hekarî û Şirnexê emê hewl bidin û bixebitin. Li aliyekî divê em geşepêdana xwezayî ya bajaran jî li ber çav bigirin. Ev jî ew e ku me telîmat da hevalên xwe da ku xebatê bimeşînin ku li van bajarên me xizmeteke çaktir a qamûyê û derfetên çêtir ên çûnûhatinê werin pêkanîn. Înşellah emê lê mêze bikin, di encama van xebatan da emê gavên hewce di cî da bavêjin."

"Endamên Komîsyona Lihevkirinê ya Destûrê Çîçek, Îyîmaya û Gul"

Davutoglu ji bo pirsa, "Kesên ku ji aliyê AK Partiyê va ji bo Komîsyona Lihevkirinê ya Destûrê hatin wezîfedarkirin, kî ne?" jî wiha got, "Cemîl Çîçek, Ahmet Îyîmaya û Abdulhamît Gul."

Editör: TE Bilisim