Li Çaldiranê heywandar di nav şert û mercên dijwar ên zivistanê da ji bo heywanên xwe ji gola Kazê giyayên teze derdixin.Gola Kazê ya ku 7 kîlomêtro dûrî Çaldiranê ye ji bo heywandaran gelekî girîng e. Welatî ji taxên Yazin, Kalkandelen, Yassitepe, Hankoy û Kuyucukê heywanên xwe tînin dorbera Gola Kazê û bi kevzên di avê da heywanên xwe xwedî dikin û giyayên ku zivistanê hêşîn dibin jî ji heywanên xwe ra dibin.Remzî Avciyê ku heywanên xwe bi giyayên li dorbera Kazê xwedî dike destnîşan kir ku her roj vî karî dikin û wiha got: "Em gamêşên xwe berdidin nav avê ku kevzê bixwin. Êmê ku em ji bo gamêşan dikirin biha ye. Loma jî em her roj gamêşên xwe tînin vir." http://aa.com.tr/tr/vg/video-galeri/dondurucu-sogukta-hayvanlara-taze-ot-buluyorlar/0