Çend roj berê, yanî di 27-28ê meha Nîsanê de Li Wanê li Zanîngeha Van Yüzüncüyılê sempozyumeke navneteweyî ya pir giring a bi navê “Sempozyûma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî û Mîrasa Wî” hate lidarxistin. Gelek akdemisyen û lêkolînerên hêja ji dewletên wek Îran, Îraq, Suriye, Amerika, Almanya, Swêd/Îsveç û hwd. beşadarî vê sempozyumê bûn.

Cizîrî yek ji wan şairan e ku lûtke/zîrweya edebiyata Kurdî ya klasîk temsil dike. Her wisa Melayê Cizîrî edebiyatnasekî berbiçav e di nav edebiyata Îslmî de ku hewzeya medeniyeta me pêk tîne. Ev kesayetiyê gewre û giring ê edebiyata Kurdî cihgirtina di nav edebiyata cîhanî de jî bi zêdehî heq dike. Em pêşî çend agahî di derheq Cizîrî de bidin û paşê li ser çend xalên giring bisekinin ku di sempozyumê de hatine pêşkêşkirin.

Melayê Cizîrî şairekî Kurd ê sedsala 16an e. Navê Melayê Cizîrî yê rastîn Mela Ehmedê kurê Mela Muhemed e. Binyada malbata wî digihêje eşîra Botî ku eşîreke Kurdan a mezin û qedîm e. Li paytexta hukumeta Kurd a Cizîra Botan jiyaye û wek Cizîrî hatiye naskirin. Têkiliya wî bi mîrên Mîrektiya Cizîrê re heye. Ji medhiyeyên wî yên ji bo mîrê Cizîrê, tê fêmkirin ku ew şaire qesr û serayê ye.

Van YYÜ’de Melayê Cizîrî Sempozyumu düzenlenecek Van YYÜ’de Melayê Cizîrî Sempozyumu düzenlenecek

Di serdema Melayê Cizîrî de hukumet û mîrektiyên Kurd xwedî desthiladariyeke xurt bûn. Lewma Cizîrî şairekî sedema muqtedîriya mîrên Kurdan e. Ev muqtedîrî wek xwebawerî, îftixar û pesindan di helbestên wî de jî xwe dide der. Cizîrî di helbestên xwe de bi gelemperî sê mexlesan bikartîne: “Mela/Melê”, “Ehmed” û “Nîşanî”. Dîwana muretteb a Mela wek berhemeke kanonîk ji şair û edîbên paş xwe re buye çavkaniya îlham û şopîneriyê.

Di vê sempozyumê de ji hêla gelek pispor û lêkolîneran ve gelek teblîxên giring ên li ser Mela û dîwanan wî hatin pêşkêşkirin. Di vê organizasyonê de ked û xebata mazûvanê Sempozyume, rektorê Zanîngeha Wanê Prof. Dr. Hamdullah Şevli, Mudurê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Abdulhadi Timurtaş, Nivîskar-Lêkolîner Xalid Sadinî/Halit Yalçın, Ji Fakulteya Îlahiyatê Doç. Dr. Mustafa Acar, Doç. Dr. Haşim Özdaş,  Mamosteyê Enstituyê Dr. Yakup Aykaç, Öğr. Gör. Haci Yılmaz  û yek ji sponsorê Sempozyumê Şaredarê Belediyeya Edremitê İsmail Say divê bi spasdarî bête bibîrxistin.

Mêvanê rûmetê yê vê sempozyumê wekîlê berê yê Wanê û Serşêwirmendê Serokkomar, Gülşen Orhan Xanim bû. Gülşen Orhan Xanim ji sala 2009an vir ve her sal bi alikariya saziyên fermî yên wek Zanîngeha Wanê, Walitiya Wanê, Qaymeqamtiya Miksê, Şaredariya Edremitê, rêberiya pêkanîna sempozyum û panelên li ser kesayetiyên ziman û edebiyata Kurdî dike. Lewma ev biryara wek mêvanê rûmetê ya ji bo Gülşen Orhan Xanimê gelek di cih de û qedirşînasane bû. Bi qenaeta me xebat û xizmetên hemû wekîlên herêmê- ji kîjan partiye dibin bila bibin- yên heta niha, li aliyekî; xebat û xizmetên Gülşen Orhan Xanimê li aliyekî.

Mijareke girîng a bi navê “Dîwana Melayê Cizîrî wek berhemeke klasîk” Prof. Dr. Abdurrahman Adak mamosteyê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Mardînê di teblîxa xwe de anî ziman. Adak behsa pênc hewzeyên edebîyatê yên li dunyayê kir û ev hewze wek “Hewzeya Edebiyatê ya Awrûpayê”, “Hewzeya Edebiyatê ya Îslamî”, “Hewzeya Edebiyatê ya Amerîkayê”, “Hewzeya Edebiyatê ya Afrîqayê” û “Hewzeya Edebiyatê ya Rojhilata Dûr” destnîşan kir. Li gor Adak di nav van hewzeyan de yên berbiçav û ji bo me jî girîng, “Hewzeyên Edebiyatê yên Awrûpa û Îslamî” ne. Adak got ku di nav berhemên van hewzeyan de dereceberndiyeke li gor qalîteyê heye. Li gor xebat û lêkolînên me yên li ser edebiyata klasîk ku di çarçoveya prensîbên edebiyata muqayeseyî de şahesera Mela, dîwana wî ya bi Kurdî di nav kategoriya pêşîn de cih digre û mensûbê lîga ewilîn e li erdnîgariya hewzeyên edebiyatên Awrûpa û Îslamî.  

Di gel van tesbîtên objektif û zanistî ev problematîk jî hate nîqaşkirin ku dîwana Mela ya kanonîk her çiqas di nav edebiyata dunyayê de di rêza şaheserên pêşîn de ye, çima li gor vê qalîteya xwe nayê nasîn û qalkirin? Wek sedemên vê yeke, behsa du egeran hate kirin. Yek, bîyanîbûna Kurdan a li nasname, ziman û dîroka xwe ya di vê sedsala dawî de. Lewra piştî xebata oryantalîstê Alman Martin Hartmann a li ser dîwana Mela ya di sala 1904an Kurd hê nû li ser dîwana Mela dixebitin. Ya duduyan jî wek qedexe, berbendî û înkara nasname, ziman û edebiyata Kurdî hate nirxandin. Lê ji bo nasîna tam a Mela ya di qada edebiyata cîhanî de lazime ku hemû helbestên Mela bêne wergerandin bi zimanên sereke yên dunyayê yên wek Îngîlîzî, Almanî, Fransizî û hwd. Her çiqas Dr. Ferhad Şakelî akademîsyenê ji Başûrê Kurdistanê ku li Avrûpa dixebite, çend helbestên Mela wergerandibin Îngîlîzî jî lê divê hê bêhtir bên wergerandin. 

Di sempozyûmê de hate destnîşankirin ku di van salên dawî de behskirin û cihgirtina edîb û şairên Kurd yên wek Mela ya di nav berhemên edebî yên cihanî û antolojiyên edebiyata dunyayê de hêvîyên me zêdetir dikin. Her wisa cihgirtina şairên wek Mela, Xanî, Feqî û hwd. di berhemeke bi navê “Edebiyata Îslamî” de ku li dor nimûneyên edebiyatên milletên Musulman de hatiye nivîsîn de ji aliyê Prof. Dr. Mahmut Kaya ve li Turkiyeyê jî girîng hate dîtin.    

Mijareke girîng a ku akademîsyen û lêkolînerên ji Îranê yên beşdarî sempozyûmê bûne, wekî pêşniyazeke li ser Melayê Cizîrî anîne rojevê ev bû ku ji aliyê UNESCO ya Saziya Parastina Çanda Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî ve saleke ji salên pêşiya me wek sala cîhanî ya Melayê Cizîrî bête qebûlkirin. Wuhareng Melayê Cizîrî û mîrasa wî wê bi sponsoriya Neteweyên Yekbûyî ve bi gelek zimanan, li gelek welatan û di civînên zanistî-akademîk de bête danasîn û bi sempozyûm, çalakiyên li her aliye cîhanê ve bal û qîmeta ku heq dike bibîne. Lewra  UNESCO'yê ji bo helbestvanên hêja yên di asta Melayê Cizîrî de yên wek Hafizê Îranî, Mewlana û Yunus Emre sala cîhanê îlan kir. Çima ji bo Mela jî neye îlankirin?

Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahim Alkış di rûniştina nirxandina sempozyûmê de mizgîniyeke parve kir û got me wek Zanîngeh Navenda Lêkolînê ya Melayê Cizîrî ava kir û di bin banê vê saziyê de li Tirkiye û cîhanê dest bi xebatên li serMelayê Cizîrî kiriye. Bi îlankirina hefteyekê ji salê wekî hefteya bîranîna Melayê Cizîrî, em dê sempozyûm, panel, bîranîn hwd. li dar bixin. Em ê hewl bidin vî nirxê xwe yê navneteweyî bi awayekî piralî nas bikin û bidin nasîn.

Editör: Ömer Aytaç Aykaç