ANKARABerdevkê Partiya HDPê Ayhan Bîlgen got ku guh didin hemû bangên ji bo çêkirina qanûna bingehîn.Bîlgen der barê banga ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya ji bo çêkirina qanûna bingehîn a teze ji hemû partiyan ra kiribû da ji AAyê ra axivî.Bîlgen got ku qasî demokratîkbûna naveroka qanûna bingehîn divê çêkirina wê jî bi îqna, lihevkirin û tevkarî be, ev jî ji bo meşrûiyeta qanûna bingehîn girîng e.Bîlgen got dibê ji bo çêkirina qanûna bingehîn li ser rê û rêzikan nîqaş bên kirin, ji bo vê rêyek bê dîtin û wiha pê da çû: "Xêncî hemû aliyên civakê ku siyaset jî ji bo çêkirina qanûna bingehîn li hev bike evê ji bo jiyana bi hev ra, hiqûqa hevpar bi feyde be."Bîlgen wiha got: "Em guh didin hemû bangên ji bo çêkirina qanûna bingehîn. Tiştê ku ji bo me girîng e temamkirina hejmar û prosedûra meclisê nîne, tevkarî û îqnakirin e."