Li Wanê Girava Axdamarê ya tûrîstên biyanî û xwemalî eleqeyeke mezin nîşan didin, bi hatina biharê û vebûna kulîlkên darên behîvan xemilî.Li ser Girava Axdamarê ya di nav sînorên Gewaşa navçeya Wanê da dimîne, Dêra Axdamarê ya di salên 915-921an da bi destê Gagîkê 1emîn ê Qralê Vaspurakanê tê çêkirin, her demsal bala tûrîstan dikişîne.Dêra Axdamarê zivistanê bi berfê, biharê jî bi şînahiya Behra Wanê û kulîlkên darên behîvan dixemile.Bi hatina biharê û vebûna kulîlkên darên behîvan li Axdamarê dîmenên nuwaze dertên.Girava Axdamarê bi şînahiya ava Behra Wanê, berfa li ser çiyayê Artosê, kulîlkên darên behîvan û dêra dîrokî bala sirûşthez û wênekêşan dikişîne.- Kêfa bûk û zava ya li ser giravêÎlhan Çetin û Ayfer Keskîna li Stenbolê dijîn û ji bo dewetê hatine Bitlîsê li ser giravê wêne kişandin.- Wênekêş eleqeyeke mezin nîşan didinSemîh Soycanê wênekêş yê ji bo wêneyan hat giravê destnîşan kir girav ji bo wî studyoyeke vekirî ye.