Îro piştî mitînga Namzede Serokomariyê û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş li Dîlokê (Antep) konvoya wî rastî êrişa çekdarî hat, di bûyerê de 3 kes birîndar bûn.Li gorî medyaya Tirkiyê, bûyer îro evarê saet 17.45 li Kolana Şofor Alî ya bajêr çebû. Pîşti mîntînga namzedê serokomariyê Selahedîn Demîrtaş, konyvoya berê xwe da navçeya Şehîtkamil a Dîlokê lê di rê de konvoy rastî êrişa çekdarî hat.Dî êrişê de 3 kes birîndar bûn ku ji wan Mahmut Erkan û Mahmut Altundag di konyvoyê de bûn û jina bi navê Zeliha Ozsan jî bi tesaduf rastî êrişê hatibû.Hat ragihandin ku birîndar rakirine nexweşxanê û rewşa wan jî baş e.Piştî êrişê polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin, piştî temaşekirina kamerayên ewlehiyê nasnameya êrişkeran diyar bû û hewlên girtina wan dest pê kir.Rûdaw