HAKKARÎLi Hekariyê navenda xweşiqitandinê li Zozanê Merga Butanê ye ku 2 hezar û 800 raqim bilind e. Navend bi pêşengiya Walîtiya Hekariyê hat çêkirin. Welatî dawiya hefteyê li vir dicivin û xwe dişiqitînin. Li Navenda Xweşiqitandinê ya Merga Butanê heftêya çûyî berf barî û qalindaya berfê derket mêtroyek û nîv î. Nav hefteyê û dawiya hefteyê gelek kes tên xwe li vê derê dişiqitînin.Navend 12 kîlomêtroyan dûrî navendê ye û gelê Hekkariyê dawiya hefteyê berê xwe da navendê û bi xizek û alavên xweşiqitandinê va xwe dişiqitînin.Welatî hem xwe dişiqitînin hem mangalê vêdixin û hem jî ji xwe ra digerin.Midûrê Bajêr yê Xizmetên Ciwanî û Sporê Reşît Guldal got ku li Hekariyê di nav werzişan da xweşiqitandin ya herî girîng e.