Serokwezîr Bînalî Yildirim di çarçoveya ziyareta Komara Xweser a Naxçivanê de çelenk danî Birdariya Heyder Eliyew. Serokwezîr Yildirim piştî bernameya xwe ya ziyaretê ya li Bangladeşê hat Naxçivanê û dest bi têkiliyên xwe kir. Piştî ku Serokwezîr Yildirim çelenk danî Birdariya Heyder Eliyew sekna rêzgirtinê hat kirin. Yildirim pişt re bi meşê çû Avahiya Meclîsa Alî ya Komara Xweser a Naxçivanê û Serokê Meclîsa Alî Wasîf Talîbov pêşwaziya wî kir. Arîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya, Serokê Kar û Barê Diyanetê Elî Erbaş û Arîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê Ravza Kavakci û rayedarên din li gel Serokwezîr Yildirim bûn.